PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Mûşê cara yekeme ku DEM Partî an partiyên berya wê lê yên bi navên cuda şaredariya bajarê Mûşê qezenc dikin. Namzedê DEM Partiyê ku hilbijartinê qezenc kir Sırrı Söylemez, îro ji rêvebiriya dezga hilbijartinê ya Mûşê mazbata xwe sitend.
Piştî sitendina mazbatayê Söylemez, bi endamên partiyê re wêneyan kişand û got ku mazbata keda xelkê ye. Söylemez weha got
“Armanca me xizmeta ji bo xelkê ye. Ji bo bi layîqî ji xelkê re xebatê bikin ji destê me çi were em ê bikin. Ji bo xelkê Mûşê sipasiyê dikim û ji wan re rêz digrim.”
Nemzedê DEM Partiyê Sırrı Söylemez, namzedê AKPê û hem şaredarê berê Feyat Asya bi sitendina dengan li pey xwe hiştibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin