PeyamaKurd – Li bajarê Qersê li gundê Yalınkaya di navbera du grûban de ji berê de gengeşe hebû û her dû grûb li ser kolana Aytemizê leqayê hev bûn. Pêşî munaqeşe kirin û paşî bi daran li hev xistin.
Di pevçûnê de 2 kes ji serên xwe birîndar bûn û li ser bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Polîs her dû terefan ji hev veqetandin û wan bi ambûlansan şandin nexweşxanê.
Polîs qelebalixê ji hev bela kir û dest bi lêpirsîna bûyerê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin