Li eyaleta Kogi ya Nîjeryayê êrîs çêbû: 8 kustî

Li eyaleta Kogi ya Nîjeryayê êrîs çêbû: 8 kustî

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê li eyaleta Kogiyê kesên çekdar êrîş birin ser xelkê. Kesên êrîşê birin ser xelkê, kesên siwarên motoran bûn. Êrîş li devera Agojeju-Odoyê çêbû.

Di encama êrîşê de 8 kes hatin kuştin û 9 kes wendane. Di êrîşê de gelek kes jî birîndar bûne. Li gor çapemeniya Nîjeryayê; kesên êrîş kirine grûbekî 150 kes bûn e. Di bûyerê de li dor 3 hezar kes ji ser cîh û warên xwe derketine.

Li NÎjeryayê rêxistinên terorî û çeteyên çekdar hene lê êrîş ji terefê kî de hatiye kirin nehat zanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin