PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê du malbatên ku paşnavên wan Bilen û Akdeniz in bi sedema 22 sal berê di navbera wan de kuştin çêbû bû, dijminahiya hev dikirin û rûsipiyên navçê ketin navbera wan û wan li hev anîn.
Rûsipiyên Nisêbînê Sebih Elçioğlu û Suleyman Doğan piştî bi her dû malbatan re axifîn û her dû teref qebûl kirina da li hev werin, xwarinekî dan û di xwarinê de mewlûdê xwendin. Her dû teref destên hev toqe kirin û dawe bi aştiyê encam da. Navbeynkar Sebih Elçioğlu got:
“22 sale di navbera her dû malbatan de xwîndarî hebû. Me wan li hev anî û li ser xêrê be. Xwedê ji her dû malbatan razî be. Xwedê car din tiştekî weha nîşanî xelkê me nede.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin