PeyamaKurd – Serdozgeriya welatê Kuwêtê ragihand ku 7 kes bi tawanbariya kuştinê bi cezayê îdamê hatine mehkûmkirin û cezayê wan jî hatiye înfazkirin.
Li gorî daxuyaniya serdozgeriyê, di demên cuda de, bi tohmeta kuştinê 7 kes hatine darvekirin ku 2 ji wan jin in.
Hat diyarkirin ku 3 ji mehkûman ji Sûriyê, Etîyopya û Pakistanê bûne.
Medya Erebî ragihandiye ku ji sala 2017an ve ev cara yekem e li Kuwêtê hejmarek kes têne îdamkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin