PeyamaKurd – Wezîrê Ciwanan û Werzîşê Vala el Buşî û cîgirê berê yê serokkomarê Sûdanê Ali Osman Taha bi koronayê ketine
Li gorî daxuyaniya berdevkê konseya ewlekariya, wezîrê ciwanan û werzîşê el Buşî derketibû geşteke fermî û lewma jî li vegere dê têkeve karantînayê.
Li gorî daneye Wezareta Tendirustiya Sûdanê, 156 kesên din bi koronayê ketine û hejmara haletên tûşbûnê gihiştiye 3 hezar û 976 kesan. Her wiha 170 kes jî ji ber nexweşiye mirine û 503 kes jî baş bûne.
Li Sûdana welatê Afrîkayê qedexeya derketina derva ya ku 18ê Nîsanê hatibû ragihandin dê 1ê Hezîranê bi dawî were.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin