Parlamentera berê ya AKPê yekser got; Bila Tirkên Uygur li bajarên Kurdan werin bicihkirin

Parlamentera berê ya AKPê yekser got; Bila Tirkên Uygur li bajarên Kurdan werin bicihkirin

PeyamaKurd - Parlamentera berê ya AKP Prof. Dr. Pelin Gundeş Bakir xwest ku Tirkên Uygur li deverên sînorî yên Bakurê Kurdistanê werin bicihkirin ku ev pêşniyara wê rastî nerazîbûnan hat.

Herwiha gelek kesan li ser medya civakî bertek nîşanî vê pêşniyara Pelîn Gundeş Bakir da ku ev helwest wekî dagirkirineke nû ya bajarên Kurd hat binavkirin.

Pelin Gundeş Bakir li ser twitterê pêşniyar li hikûmeta Tirkiyê ya AKPê kir ku Tirkên Uygur ku ji aliyê hikûmeta Çînê ve di bin zextê de ne, li parêzgehên sînorî yên Bakurê Kurdistanê werin bicihkirin.

Parlamentera berê ya AKPê dibêje, “Bila em welatîbûnê bidin Tirkên Uygur. Li parêzgehên sînorî yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilat erd bidin wan û wan li vir bicih bikin.”

Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî 9ê Tebaxê li Beyrutê gotibû: “Ewên ku bêjin ez Tirk im, ez Tirkmen in, em ê welatîbûna Komara Tirkiyê bidin wan hevnejadên xwe. Ev fermana Serokomarê me ye.”

Li ser vê pêşniyara parlamentera berê ya AKPê parlamentarê berê yê AKPê yê Colemêrgê, Rustem Zeydan li ser twitterê bersiv da û got: “Parlamentera me ya hêja; ji bo dayîna welatînameyê bi Tirkên Uygur ez li gel we me. Lê li cihê ku li parêzgehên sînorî yên Rojhilat û Başûrê Rojhilat bên bicihkirin, eger li warê we li Kayserî û parêzgehên cîran ji bo wan zewî bên terxankirin, gelek baştir dibe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin