PeyamaKurd – Serdozgeriya Las Vegasê li ser îdia û tohmetên destwerdana zayendî yên li ser futbolîzê navdar ê lîstivanê Juventusê Cristiano Ronaldo biryar da.
Dadgehê di biryara xwe de da xuyakirin ku ji ber îdia û tohmeta li ser Ronalda ji gumana maqûl ne wêdetir e, nabe bê cezakirin.
Dozgerên Amerîkî li ser giliyê jina bi navê Kathryn Mayorga ya 34 salî doz li Ronaldo vekiribûn ku wê jinê îdia kiribû ku li oteleke Las Vegasê Ronaldo tecawizî wê kiriye.
Dozgeran di biryara xwe de ew îdia red kirin û hewce nedîtin ceza bo Ronaldo bê dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin