PeyamaKurd – Ji ber vîrusa Koronayê, li Diyarbekir û Mereşa Bakurê Kurdistanê 2 bijîşkan can dan.
Li gor zanyariyên ji Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê, ji ber tûşbûna vîrûsa Koronayê, bijîşk Halîl Yucel Kûtûn li Diyarbekirê û Bijîşk Mûstafa Ozlu jî li Mereşê can dan. Halîl Yucel Kûtûn li Diyarbekirê Bijişkê Nexweşên Jinan bû, Mûstafa Ozlu jî li Mereşê Derûnnas bû.
Hat zanîn ku bavê Mustafa Ozlu jî bi Koronayê ketiye û li Meletiyê di beşa lezgîn de tê dermankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin