Îranê ji ber pistevaniya xelkê Mahabadê doz li parlamentarê Kurd vekir

Îranê ji ber pistevaniya xelkê Mahabadê doz li parlamentarê Kurd vekir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber piştgiriya xelkê şîna şehîdên xwe yên bi destê hêzên Îranê hatine kuştin, Deshilata Dadweriya Îranê doz li parlamentarê bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Celal Mehmûdzade vekiriye,

Nûnerê Mahabadê yê li Meclîsa Şûraya Îslamî ya Îranê Celal Mehmûdzade eşkere kir ku ji ber piştgiriya li xelkê ku şîna wan heye, ji aliyê desthilata dadwerî ya Îranê ve doz li ser wî hatiye vekirin.

Mehmûdzade wêneyê derbarê wî de hatiye kirin belav kir û got: “Di rojên borî de ez çend caran hatim bangkirin.”

Mehmûdzade li ser hesabê xwe yê Twitterê dibêje: “Desthilata dadwerî li şûna ku lêkolînê ji bo mafê xelkê nerazî û malbatên qurbaniyên bûyerên van demên dawî yên Mahabadê û bajarên din bike, ji ber piştgiriya wan kesên şîna wan heye, derbarê min de gilî tomar kir.”

Mehmûdzade daye xuyakirin ku di giliyê de tometa "belavkirina derew û têkdana raya giştî" li wî hatiye kirin û diyar dike: “Ez ê her dem li cem xelkê xwe yê bi rûmet bim.”

Celal Mehmûdzade, beriya niha jî serkutkirina xwepêşanderan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kiribû û ji rojnameya Îtîmadê re gotibû, hêzên ewlehiyê li çend deverên Mahabadê bi cih bûne û teqe li malên xelkê û dikanan dikin.

Li gorî raporê rêxistinên mafên mirovan, ji destpêka protestoyên dijî rejîma Îranê ve, heta niha tenê li Rojhilatê Kurdistanê nêzî 110 kes bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê hatine kuştin ku hejmara kuştiyan bi giştî li seranserê Îranê nêzîkî 500 kesan bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin