PeyamaKurd - Welatên Grûpa-20 (G-20) ji bo hewla kêmkirina bandorên vîrusa koronaya zêdetir ji 21 milyar dolar terxan kir.
20 welatên di pîşesaziyê de pêşketî yên bi navê (G-20) di daxuyaniyekê de aşkere kirin, welatên wê grûpên hewla kêmkirina bandorên vîrusa koronaya nû (Covid-19) li ser cîhanê didin û bi vê mebestê jî, ji bo piştevaniya Rêxistina Tenduristiya Cîhanê 21 milyar dolar terxan kirin.
Berê jî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ragihandibû, ji sedî 60 ji budceya wê ji aliyê Amerîka ve pêk tê, bi vekişîna Amerîka û birîna wê birê pereyan re, ew rêxistin rastî pirsgirêkeke darayî ya mezin dibe.
Serokê Amerîkayê Donad Trump ragihandibû, welatê wî difikire bi Rêxistina Tenduristiya Cîhanê re peywendiyên xwe bibire, "Ji ber ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê red dike çaksaziyên pêwîst bike, Amerîka bi niyaz e pereyên dide wê, bişîne ji hemû welatên cîhanê re ji bo pêwîstiyên xwe yên tenduristî dabîn bikin."
Ev di demekê de ye, heta niha li seranserî cîhanê zêdetir ji 6.68 milyon kes bi koronayê ketine û zêdetir ji 391 hezar kesî jî jiyana xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin