PeyamaKurd – Pêşengeha Amedê ya alavên keştûkalî li Kurdistana Bakûr li bajarê Amedê destpêdike. Bi sedema dê fûar an pêşengeh destpêbike danasîna wê hat kirin. Bo danasîna pêşengehê serokê giştî yê Yekîtiya Borsa û Odeyan ya Tirkiyê Rifat Hisarcıklıoğlu çû Amedê û bernama danasînê birêvebir û got ku ew bende ne 1 mîlyon cotiyar seredana fûarê bikin.
Pêşengeh li Navenda Kongre û Fûara navdewletî ya Diyarbekirê dê bêkirin. Di danasîna pêşengehê de Rifat Hisarcıklıoğlu, serokê meclisa TOBB yê Cihat Alagöz, serokê TESK ê Bendevi Palandöken, serokê DTSO ya Amedê Mehmet Kaya, serokê DTB a Amedê Engin Yeşil û serokê Odeya esnaf û Sinetkaran Alican Ebedinoğlu hebûn.
Di pêşengeha alavên keştûkalî de cotyar dikarin alavên herî nû û nûjen bibînin, agahiyan di derbarê bihayê wan de û teknolojiya wan de hîn bibin û bi şîrketên hilberîner an nûnerên wan re têkiliyan deynin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin