PeyamaKurd - Wezîrê Perwerdehiya Herêma Kurdistanê Alan Heme Seid ragihand ku wî li ser navê xwe û Serokwezîr Mesûr Barzanî bi pêwendiyeke telefonî pîrozbahî li xwendekarên Kurd ên Kerkûkê ku li seranserê Iraqê di ezmûnê de bûne yekemîn pîroz kir.
Alan Heme Seid got, "Wekî wezîrê perwerdehiyê, min ser navê xwe û Serokê Hûkûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi telefonê pêwendî bi xwendekarên bûne yekemîn ên pola 6ê re kir û ew pîroz kirin."
Wezîrê Perwerdeyê derheqê xwendekarên dibistanên kurdî yên li Kerkûkê de diyar kir ku ew pîrozbahiyê li hemû xwendekarên pola şeşan û polên din dikin û di demeke herî nêzîk de dê xwendekarê yekemîn ê li Kerkûkê (Dibistanên kurdî) xelat bikin.
Hêjayî gotinê ye, tevî ku hikûmeta Iraqê ji bo dibistanên Kurdî yên herêmên derveyî îdareya Kurdistanê budçeyê naşîne jî xwendekarên wan dibistanan di ezmûnan de serkeftineke mezin bi dest xistine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin