PeyamaKurd – Li parêzgeha Wanê, dîsa heta 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, civînên çapemeniyê, grev û vedena konan hatin qedexekirin.
Parêzgariya Wanê roja Çarşemê da zanîn, ji 16ê Îlona 2021ê heta 30 Îlonê, heta 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, çalakî, meş, vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê, kombûn û komkirina îmzeyan û belavkirina belavokan hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye îdîakirin ku biryara qedexeyê bi armanca “prensîbên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, parastina tendirustiya giştî û rêgirtin li bûyerên tundûtijiyê ” hatiye dayîn.
Li gor daxuyaniyê, biryara qedexeyê, di çarçoveya maddeya 11ê ya yasaya hejmar 5442 hatiye dayîn. Herî dawî 13ê Îlona 2021ê li prêzgeha Colemêrgê jî bo demê 15 rojan heman qedexe hatibû ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin