PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê êrîşê bir ser Kampa Koçberan ya Nusayratê û li dibistana nav kampê xist. Di dibistana aîdê Neteweyên Yekgirtî de 6 xebatkarên NY hatin kuştin.
Wezîrê karên derve yê Îngîltere David Lammy û serokwezîrê Îrlandayê Simon Harris, êrîşê şermezar kirin û xwestin ewlehiya xebatkarên alîkariyê temîn bikin û kesên sûcê şer kirine hesab bidin.
David Lammy, li Xezzayê êrîşa ser dibistana NY ya beşa UNRWAyê, bi dehşetê navand ku çawa tê de 6 xebatkarên NY kuştine.
Cara 5em e ku Îsraîl êrîşê heman dibistana UNRWAyê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin