Divê Iraq bi darê zorê Tirkiyeyê derxe derveyê sînor

Divê Iraq bi darê zorê Tirkiyeyê derxe derveyê sînor

PeyamaKurd - Parlamentera Hevpeymana Dewleta Qanûnê ku serokê wê Serokwezîrê berê Nûrî Malîkî ye Zeyneb Hezreciyê got ji bo ku Tirkiye hêzên xwe ji nav axa Iraqê bikişîne bila qiwet bê bikaranîn.

Zeyneb Hezreciyê ragihand ku Bexdayê xwestiye bi rêya diyaloxê vê pirsgirêkê çareser bike lê heta niha tu encam nehatiye stendin.

Herwiha Hezreciyê nêrîna xwe wiha îfafe kit kir: “Ji bo Tirkiye hêzên xwe yî di nav axa Iraqê de bikişîne divê qewet bê bikaranîn, lewra Tirkiye ji bilî qewetê ji tiştekî fêm nake."

Hezrecî diyar ki ku Tirkiye hemû peymanên navdewletî binpê kirine û wiha domand: "Bila Erdogan baş bizanibe ku Iraq ne Sûriye ye. Divê Bexda gazî balyozê Tirkiyeyê bike û bi qenalên fermî jî ev daxwaza Iraqê bigihê Enqereyê."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin