Ji Erdogan peyama Rojava û S-400an: Em ji hesasiyetên xwe venagerin

Ji Erdogan peyama Rojava û S-400an: Em ji hesasiyetên xwe venagerin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê li mizgefa Çamlicaya Mezin piştî nimêja cejna Remezanê daxuyanî dan rojnamevanan.

Erdogan li ser fişarên Amerîkayê yên derbarê kirîna sîstemên parastina hewayî yên rûsî S-400an got ku peymaneke me heye û nabe em paşde gav bavêjin.

Serokomarê tirk herwiha diyar kir, “Heger heke teklîfeke baş bo Patriotên Amerîkî were, em dikarin gav bavêjen. Me ev ji wan re got. Lê belê mixabin ji Amerîkayê teklîfeke wiha ji me re nehatiye.”

Erdogan li ser mijarên Idlib, Minbic û Rojhilatê Firatê (Rojavayê Kurdistanê) jî gotinên xwe yên berê dubare kirin û got, li ser korîdora nav lê tê kirin (Herêma Ewle) Tirkiye bi hemû welatên ti eleqa wan pê nîne re jî hevdîtinan dike û destnîşan kir, “Hesasiyetên me bi heman biryardariyê berdewam dikin. Wê di pêvajoya dahatuyê de jî dewam bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin