PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya rûniştina 77emîn de axivî. Macron di axaftina xwe de banga nûsaziyê li endamên NYê kir.
Emmanuel Macron, di banga xwe de xwest ku li ser dorfirehkirina qabiliyeta nûnertiya Civata Giştî ya NYê nûsaziyek çêbibe û bi vê nûsaziyê re dema mijar hat ser komkujiyan, bila sînor li ber mafên vetoyê bên danîn.
Macron di axaftina xwe bal kişand ser neçariya ku NY di nav şerên neteweyan de dibe alî û got,
“Di 24ê Sibata borî de Rusyaya ku endamê daîmî yên Civata Giştî ya NYê bû, ewlehiya me ya giştî ya ku pê dihat, bi vê çalakiya xwe xirab kir. Rusya, peymana NYê û rêgeza serweriya dewletan binpê kir.”
Serokomarê Fransayê Macron, di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Rusyayê bi vî awayî biryar da ku li herêmên din ên cîhanê, rê li ber şerên girêdanê veke.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin