PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Pat Ryder, li ser êrîşên vê dawiyê yên li Iraq û Sûriyê li ser baregehên hêzên amerîkî daxuyanî da û got, her tiştê ew bikarin dê ji bo parastina hêzên xwe li deverê bikin.
Pat Ryder ragihand, hêzên Amerîkayê ji bo nehiştina DAIŞê li Îraqê ne û li ser daxwaza fermî ya wî welatî erkê xwe bi cih tînin.
Ryder bal kişand ser ku Îran naxwaze Amerîkayî li deverê bimînin û milîsên wê hewl didin ji bo berjewendên xwe şerê Xezeyê berfireh bikin.
Berdevkê Pentagonê da zanîn ku, her tiştekî pêdivî be Amerîka dê ji bo parastina hêzên xwe li Îraqê û deverê bike, ji bo bersivdanê jî amade ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin