PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku hêzeke ji 300 milîsan pêk tê ya Îranî bo teqwiye û piştgiriya hêzên rejîma Sûriyê yên li Idlibê hatiye şandin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, rejîma Sûriyê karwaneke leşkerî şand gundewarên rojavayê Helebê ya herêma kêmkirina aloziyê li Idlibê.
Hat diyarkirin ku karwana leşkerî ji navçeya Elbûkemal a Dêrazorê bi şev bi rê ketiye û bi qasî 300 milîsên îranî jî tevî wesayîtên zirpoşî û çekên giran-sivik tê de cî girtine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev demek e hêzên rejîmê ji bo şerê Idlibê yê mezin, digel hêzên îranî yên piştevaniya wan dikin çeperên xwe xurt dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin