Serok Barzanî, Balyozê Brîtanyayê qebûl kir

Serok Barzanî, Balyozê Brîtanyayê qebûl kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Ofîsa Serok Barzanî ve hatin ragihandin, Serok Mesûd Barzanî; îro pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê û şanda ligel wî kir.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Serok barzanî, Balyozê Iraqê Mark Bryson Richardson, Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya Herêma Kurdistanê Rosy Cave û şanda ligel wan pêşwazî kir.

Her wiha hat ragihandin ku Serok Barzanî pîrozbahiya xwe arasteyî gelê Brîtanyayê ya ji bo wergirtina tacê ji aliyê Şah Charlesê Sêyemîn kir.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera herdu hikûmetên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser bipêşxistin û başkirina pêwendiyên navbera aliyan hat kirin.

Hat zanîn ku di civînê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî hatiye guftûgokirin û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku pêwîstî bi lidarxistina hilbijartinan a di dema xwe de heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin