AKP dixwaze hilbijartinên Stenbolê bêne dûbarekirin: Dê ‘îtîraza derasayî' were kirin

AKP dixwaze hilbijartinên Stenbolê bêne dûbarekirin: Dê ‘îtîraza derasayî' were kirin

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Ali Îhsan Yavuz ragihand ku ji bo ku hilbijartinên Stenbolê bêne dûbarekirin ew dê serî li Lijneya Bilind a Hilibjartinan (YSK) bidin. Yavuz, “em dê mafê xwe yê îtîraza derasyî bi kar bînin.”

Cîgire Serokê AKPêAli Îhsan Yilmaz derbarê pêvajoya îtîrazan de li ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî daxuyaniyek da û got, “ Me amadekirinê xwe yên pêwist kirin û em dê daxwaznameya xwe û belgeyên pêwist pêşkêşî YSKê bikin.”

Yavuz, “Em dê mafê xwe yê îtîraza derasyî bi kar bînin û bixwazin ku hilbijartinên Stenbolê bên dûbarekirin. Me amadekariyên xwe yên di vî warî de qedandin. Di demeke kurt de em dê serî li YSKê bidin.”

Li gorî encamên nefermî yên hilbijartinên Stenbolê namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu bûbû yekemîn bûbû Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê. Lê AKP bi sedema ku di hilbijartinan de ferqeke biçûk heye amaje dike ku di hilbijartinan da ‘sextekarî’ hatine kirin dixwaze hilbijartinên Stenbolê bên dûbarekirin.

Heta îro namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu bi 16 hezar dengan serkeftin bidest xistîye. Îmamoglu di daxuyanîyekê de gotibû "piştî 25 salên zor zehmet e AKP desthelatiya Stenbolê ji dest bide, lê demokrasi her wiha ye"

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin