Minbic | Nûnera PYDê: Biryarê ne Amerîka, gel dide…

Minbic | Nûnera PYDê: Biryarê ne Amerîka, gel dide…

PeyamaKurd – Piştî geşedanên dawî yên vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê û gefên operasyonê yên Tirkiyê îro li navenda bajarê Minbicê xwepêşandanek hat lidarxistin.

Di xwepêşandanê de, li dijî êrîş û operasyonên çaverêkirî yên komên çekdarên opozîsyonê û artêşa Tirkiyê hatin protestokirin.

Nûnera PYDê û Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) li Amerîkayê, Sînem Mihemed jî beşdarî xwepêşandana li Minbicê bû û li ser radestkirina Minbicê bo rêveberiya Beşar Esed got, “Dema Amerîka derkeve biryar biryara gel e. Gelê me (Minbic) biryara xwe dide, ne Amerîka dide.”

Mihemed li dema xwepêşandana Minbicê ji peyamnêra Rûdawê re diyar kir ku artêşa Sûriyê neketiye hûndirê bajêr lê li derveyî rojavayê bajêr ji bo parastinê bicih bûye û wiha axivî:

“Em beşek ji Sûriyê ne, Minbic jî erda Sûriyê ye. Niha tenê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li navenda bajêr heye. Em ne bêçare ne. Gelek hêzên cuda hene. Heqê gelê Minbicê jî heye xwe ji êrîşan biparêze û ji bo xweparastina ji êrîşan, bi her kesî re li hev bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin