PeyamaKurd- Berdevkê Hêzên Koalîsyonê yên li Dijî IŞÎDê Serheng Sean Ryan got ku divê Tirkiyê bêyî destûra Iraqê derbasî herêma Qendîlê nebe.
Berdevkê Hêzên Koalîsyonê yên li Dijî IŞÎDê Serheng Sean Ryan li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û got ku divê operasyona Tirkiyê ya li Iraqê bi hikûmeta Iraqê re bi qordîne be. Tirkiye hevkarê me ye û endamê koalîsyonê ye jî. Ji ber vê yekê em naxwazin ku hinek geşedan, şerê li dijî IŞÎDê sist bikin.
Ev daxuyaniyên Serheng Sean Ryan di wê demê de hatin ku Tirkiye bi hinceta şerê PKKê, bi qasî 20 km.yan derbasî axa Iraqê bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin