Mehdi Eker Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

Mehdi Eker Nêçîrvan Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd- Parlementerê Diyarbekir yê AKP ê Mehdi Eker bi rêya peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dakkak pîrozbahî li serokkomarê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got ku ew bawere bi hilbijartina Barzanî dê di navbera her dû aliyan de, di aliyê civakî, siyasî û aboriyê de, wê pêşdeçûnên baş biafirîne. Eker weha got:

“Bi hilbijartina Nêçîrvan Barzanî bo serokomariya herêma Kurdistanê wî pîroz dikim. Ez bawerim dê serokatiya wî bibe sedema pêşdeçûnên civakî, siyasî û aborî yên di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de. Înşallah hilbijartina wî bibe wesîle bo başî û xweşiya navbera Tirkiyê û Kurdistanê.”

Mehdi Eker ragihand ku tecruba Nêçîrvan Barzanî ji malbata wî, ji bav, ji mamê wî û partiya wî heye û mirovekî zanaye. Di heman demê de têkiliyên wî bi Tirkiyê daîma bi erênî bûye. Pêşdebirina pêwendiyên her dû aliyan, dê Tirkiyê û herêma Kurdistanê bipêş de bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin