Li Xarpêtê êrîsî ser çayxanê kirin: 2 birîndar

Li Xarpêtê êrîsî ser çayxanê kirin: 2 birîndar

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Xarpêtê (Elazığ) ber destê êvarê li kolana Hasan Sabri kesekî bi demança xwe ket nav çayxanê û êrîşê mirovên ku berê di navbera wan de nexweşî hebû, kir. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li ser çûna tîmên polîs û yên tenduristiyê, birîndaran bi ambûlansê birin nexweşxana bajêr ya bi navê Fethi Sekin. Navê êrîşker û birîndaran nehat ragihandin. Ji bo girtina êrîşker polîs operasyonên xwe dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin