Fahrettin Koca: “Pandemî di zîrweya duyê de ye”

Fahrettin Koca: “Pandemî di zîrweya duyê de ye”

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku li Anedolê pandemî di zîrweya xwe ya duyê de ye û got:

“Em bi zêdebûneka talûke ya pendemiyê re rû bir û ne. Li hemberê pandemiyê ji yên berê zêdetir em di ezmûnekî de ne. Ji bilî îş û karên mecbûrî, divê em li malê bimînin. Ji bilî tedbîran di destê me de tişteka dinê tineye.”

Koca ragihand ku li bajarê Bursayê nexweşîn 3 qat, li Bilecikê 3 qat, li Balıkesir, Yalova û bajarê Çanakkaleyê %50 zêdetir bûye.

Rewşa pandemiyê ya îro li Tirkiyê û Kurdistana Bakûr ji aliyê wezaretê de hat ragihandin û îro 74 kes bi sedema Koviv-19 ê wefat kirine. Rewşa dinê ya pendemiyê wehaye:

12.992.246 test heya îro hatine kirin.

     357.693 kes heya îro nexweş ketine.

         9.658 nexweş heya îro mirine.

         1.648 nexweş halê wan girane.

     311.520 nexweş heya îro baş bûne.

     115.979 test îro hatine kirin.

         2.165 test îro posîtîv derketine.

              74 nexweş wefat kirine.

         1.493 nexweş îro baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin