PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Karên Dervê yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn David M. Satterfield derbarê mayîna hêzên amerîkî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê daxuyanî dan.
Satterfield ji radyoya bi navê ‘ELKUL’ re da xuyakirin, “Ji bo terorîstên DAIŞê careke din xwe li herêmên Bakur û Rojihlatê Sûrî birêxistin nekin, wê pêngavên me li herêmê dewam bikin, nemaze li dijî şaneyên razayî.”
‘HEBÛNA HÊZÊN ME MISOGERIYA EWLEHIYA HEVKARÊN ME YE’
Satterfield bal kişand ser gefên Tirkiyê ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got, “Hebûna hêzên me li herêmê, ji bo parastina hevkarên me yên ku di şerê dijî DAIŞê de bi me re hevkar bûn, li dijî hemû gefên li ser herêmê misogerî ye.”
‘HÊZÊN ME VALAHÎYEK ÇÊNEBE LI WIR DIMÎNIN’
Rayedarê Amerîkî herwiha destnîşan kir, “Ji bo ku herêm rastî valahiyekê neyê û da ku em aramiya herêmê biparêzin, hêzên me wê li wir bimînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin