PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu amarên dawî yên qurbaniyên erdheja li Elezîzê belav kirin û diyar kir ku 22 kes di bin avahiyên rûxandî de ne.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li Elezîzê, ligel Wezîrê Bajarvanî û Avadaniyê Murat Kurum û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca civîneke rojnamevaniyê li dar xist û amarên dawiî yên qurbaniyên erdhejê bi çapemeniyê û raya giştî re aşkere kirin.
Suleyman Soylu ragihand ku li navçeya Keferdîz a girêdayî Meletiyê 4 kes û li Elezîzê jî 18 kesan di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daneyên Soylu parvekirine, ji rûdana erdhejê heya niha 39 kes ji aliyê tîmên lezgînî û hawarçûnê ve ji bin avahiyên hilweşyayî hatine derxistin.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca derbarê rewşa tenduristiyê de agahî dan û diyar kir ku birîndarên ku rewşa wan giran e nînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin