PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 27ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Romanya li Iraqê Radu Dobre kir.
Piştî civînê hate ragihandin ku di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Romaniyayê li Hewlêrê Petre Constantin amade bû de, geşedanên siyasî yên Iraq û navçeyê û astengî û kêşeyên li pêşiya aramiya navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Herwiha di hevdîtinê de, tekezî li ser kûrkirina dostanî û berfirekirina pêwendiyên aborî û bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Romanya de hate kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin