PeyamaKurd - Hêzên taybet ên polêsên Îranê bi angaşta ku "binpêkirina yasayî" kiriye, avêtin ser şaxa Enstîtuta Goethe ya Alman a li paytext Tehranê.
Rêveberiya Berlînê vê serdegirtinê bi tundî şermezar kir û Balyozê Îranê yê Berlînê vexwende Wezareta Derve.
Mehek berê Berlînê bi ser Navenda Olî ya girêdayî ofîsa rêberê olî yê Îranî Elî Xamaneyî ya li Hamburg û 5 dezgehên cuda yên girêdayî wê de girtibû, dezgehê qedexe kiribû û dest danîbû ser saman û pargîdanên wê û 5 dezgehên girêdayî wê
Ji ber vê yekê, ev hewla rejîma Îranê weke bersivdayîna helwesta rêveberiya Berlînê hate nirxandin.
Platforma dadwerî ya Îranê Mîzan diyar kir ku dezgeha dadweriyê fermana serdegirtina Enstîtuta Alman daye û angaşt: "Enstîtutê yasayên Îranê binpê kiriye, gelek kiryarên neyasayî kirine û gendeliyeke mezin a darayî kiriye."
Platforma Çapemeniyê ya Lijneya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Alman Noor Newsê jî diyar kir ku zextên li ser Enstîtuta Goethe, bi mebesta bersivdayîna serdegirtina Navenda Olî ya Îslamî ya Îranê pêk hatiye.
Wezareta Derve ya Almanyayê Balyozê Îranê vexwende navenda xwe û ev kiryara “neadil” şermezar kir.
Wezaretê got: "Em ji hikûmeta nû ya Îranê daxwaz dikin ku demildest rê bide navendê ku dîsa dest bi çalakiyên xwe bike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin