PeyamaKurd - Pêşmergeyê Komara Kurdistanê ya Mehabadê û pasevanê pêşewa Qazî Mihemed, Husên Mawîlî ji ber nexweşînê di 88 saliya xwe de wefat kir.
Pêşmergeyê dêrîn Husên Ehmed Mihemed ku xelkê Başûrê Kurdistanê bû û di temenê 15 saliyê de bibû pêşmergeyê komara Kurdistanê û di nav xelkê de wek Husên Mawîlî dihat nasîn.
Peşmergeyê dêrîn Husên Ehmed Mihemed ê bi nasnavê Husên Mawîlî ku yek ji pasevanê pêşewa û Serokê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed jî bû, şeva borî û ji ber nexweşiyê di temenê 88 saliyê de koça dawiyê kir.
Piştî ku komara Kurdistanê hilweşiya, Husên Mawîlî vedigere Başûrê Kurdistanê. Dema Şoreşa Îlonê dest pê dike, pêwendiyê bi şoreşê re dike û dibe yek ji pêşmergeyên Şoreşa Îlonê.
Ji bilî helwesta wî ya niştimanî û netewî, Husên Mawîlî kesayetekî diyar yê bajarokê Riwandiz û derdora wê bû.
Husên Mawîlî di sala 1931an de li gundê Mawîliyan yê Riwandizê û li nav malbateke niştimanperwer de ji dayîk bibû.
Îro bi beşdariya xelkê navçê û gelek rayedarên hizbî û hikûmî, termê pêşmerge Husên Mawîlî li gundê Mawliyanê hat veşartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin