PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 17 kesên din ji koronayê mirine û 495 kes jî pê ketine.
Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro Yekşemê ya derbarê rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand ku 495 kesên din bi Koronayê ketine û 17 kes jî ji nexweşiyê mirine.
Herwiha wezaretê diyar kir ku 424 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re, li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 93 hezar û 433 kesan, ya mirinan bû 2 hezar û 994 kes û 57 hezar û 941 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin