Li Batmanê Navgîneke Hewayî ya Tirkiyê ket

Li Batmanê Navgîneke Hewayî ya Tirkiyê ket

PeyamaKurd – Li Batmana Bakurê Kurdistanê, Navgîneke Hewayî ya Bêpîlot (NHB) ya Tirkiyê ket.

Li bajarê Batmanê yê bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke ne diyar Navgîneke Hewayî ya Bêpîlot (NHB) ya ku ji Fermandariya 14emîn a Batmanê rabûbû, li nêzîkî Sîteya Galeriyan a Otombêlan ku demek berê hatibû vekirin ketiye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û piştrast kir ku NHByeke wan ketiye “NHByeke me ya ku bi mebesta perwerdehî û ceribandinê rabûbû, ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn ketiye. Di bûyerê de tu zirarên canî çênebûne û tîmên lezgînî û hewarçûnê bo herêmê hatine sewqkirin.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin