Metîn Dilovan Barzanî radigihand ku di dema bûyera teqekirina li xwaringeha Hewlêrê, ew û çend hevalên xwe wek bi dehan welatiyên din, ji bo firavînê li wir bûn û dibêje, spas ji xwedê re ku em hemû selamet in, lê mixabin hin kesên din bûne qurbanî.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye: “Diyar e hin kenalên ragihandinê yên ne berpirs hebûna min li wir ji bo hin armancên xwe bikar anîne û li ser min nûçeyên din ên bêbingeh nivîsîne.”
Metîn Dilovan Barzanî di daxuyaniya de dibêje: “Ji vir ve radigihînim ku li ser wê keysê berê xwe didim yasayê û giliyê yasayî li ser wan kenalan tomar dikim.”
Duhî li xwaringeke Hewlêrê bûyereke teqekirina rû dabû û di encamê de Cîgirê Konsolê Tirkiyê li Hewlêrê û du welatiyên din canê xwe ji dest dabûn. Hin kenalên ragihandinê navê Metîn Dilovan Barzanî di wê bûyerê de bikar anîbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin