Boden Denizcilik: Korsan bi besa me ya li Almanya re têkilî danîn

Boden Denizcilik: Korsan bi besa me ya li Almanya re têkilî danîn

PeyamaKurd – Şîrketa Tirkiyê ya bi navê Boden Denizcilik ku çend roj berê 15 xebatkarên keştiya wan ya barhilgira konteyniran li peravên Gineyê korsanan endazyarekî wan kuştibûn û 15 xebatkarên wan revandibûn, ragihand ku korsanên 15 xebatkarên keştiyê revandine, bi şîrketa wan ya Almanya re têkilî danîne û halê tenduristiya wan başe.

Keştî ya bi navê M/V Mozart ya konteyniran nêzî peravên Nîjeryayê û Gîneyê hatibû sekinandin û paşî 15 xebatkarên keştiyê revandibûn. Şîrketa Boden Denizcilik eeha got:

“ Di 23/01/2021 ê de li peravên Sao Tome keştiya hatibû revandin ya bi navê Mozartê, bi muretebatên wê re têkilî hatiye danîn. Rewşa tenduristiyê ya 15 kesan başe û di nava wan de birîndar nînin.”

Li aliyê dinê rêvebirê giştî yê şîrketa Boden Denizcilik Levent Karsan ragihand:

“Bo em muretebatên xwe bînin Tirkiyê çi ji destê me were em ê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin