Sûriye | Erdogan ji NYTê re nivîsî: Me hilbijêrin çunkî..

Sûriye | Erdogan ji NYTê re nivîsî: Me hilbijêrin çunkî..

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di rojnameya The New York Times a Amerî de, bi navê ‘Plana Tirkiyê ya pêkanîna aştiya Sûriyê heye’ gotarek belav kir.

Erdogan di nivîsê de biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji Sûriyê wekî biryareke di cî de dinirxîne û dibêje, divê vekişîn bi baldarî were plankirin û bi şirîkên rast re bê kirin û pêşniyar dike, Tirkiye wekî xwedî artêşa duyem a mezin di NATOyê de vî dikare bi Amerîkayê re bike.

Erdogan di gotara xwe de herwiha li ser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku Amerîka bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hevkariyê dike jî diyar kir ku ew zarokan dikin leşker û dê ew (Tirkiye) wan zarokên di nav YPGê de rizgar bike û wan radestî malbatên wan bike.

Serokomarê Tirk di berdewamê de dibêje, "Dê erdên niha di bin kontrola YPG û DAIŞê de ne, bi serpereştiya Tirkiyê bi hilbijartina gel û meclîsên herêmî werin birêvebirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin