PeyamaKurd - Piştî kuştina fermandarê Feyleq el-Quds Qasim Suleymanî bi destê Amerîka, NATO civîneke awarte li dar dixe.
Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg banga lidarxistina civîneke awarte kir da ku rûdanên herî dawî yên Rojhilata Navîn, guftûgo bikin.
Li gorî agahiyan, civîn dê îro li Bruksulê were lidarxistin û hemû endamên NATOyê ji civînê hatine agahdarkirin.
Piştî kuştina Silêmanî, roja Şemiyê jî NATOyê misyona xwe ya perwerdekirina leşkerên Iraqê rawestandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin