PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd li Duhokê di Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn de gotarek pêşkêş kir û diyar kir: “Ez hêvî dikim ku em ji qonaxên borî dersê bistînin û hemû kêşeyên Iraqê bi diyalog û hevkariyê çareser bikin.”
Di gotara xwe de Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd tunebûna yasaya petrol û gazê li Iraqê wek pirsgirêkekê ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dît û eşkere kir: “Sê sal in Iraqê pêngavên baş neavêtine û budce bi başî xerc nekiriye.”
Herwiha Letîf Reşîd destnîşan kir: “Sê sal in Iraqê pêngavên baş neavêtine û budce bi başî xerc nekiriye, herwiha ji bo çareserkirina kêşeyan pêngavên ber bi pêş ve neavêtine.”
Di berdewamiyê de Serokomarê Iraqê diyar kir, çespandina aramî û asayîşê û cihbicihkirina projeyên xizmetguzariyan li hemû deverên Iraqê, karê pêşîn ê hikûmeta Iraqê ye.
Herwiha da zanîn: “Yek ji xalên girîng ku divê hemû alî ji bo wê hewl bidin, dirustkirina hevbeşiya rasteqîn ji bo çaresekirina wan kêşe û pirsgirêkên ku li Iraqê hene.”
Li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê Letîf Reşîd got: “Eger kêşe hebe di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, divê li gor destûrê kêşe werin çareserkirin, tunebûna yasaya petrol û gazê yek ji wan kêşeyan e, em hêvî dikin bilez were kirin, da ku yasaya petrol û gazê li Iraqê hebe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin