Bîlançoya kiryarên 20 rojan ên li Efrînê hat eskere kirin: 30 revandî, 2 kustî...

Bîlançoya kiryarên 20 rojan ên li Efrînê hat eskere kirin: 30 revandî, 2 kustî...

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Miovan li Efrînê raporek belav kir ku tê de tê gotin, tenê di 20 rojên meha Tebaxê de, 30 welatiyên Efrînê ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin, kesek hatiye kuştin û zarokek jî li ser sînorê Tirkiyê bi guleyên cendirmeyên Tirkiyê hatiye kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, koma çekdar a bi navê Polîsa Serbazî roja 20 Tebaxê 6 welatî (Muxtarê gund Husên Osman, Ezet Osman, Xelîl Osman, Mustefa Elûş, Osman Reşo û jinek bi navê Ferîde) ji gundê Çolaqa revandin û piştî pere ji wan standin berdan. Heman grûpê 2 birayên bi navên Mihemed Nûrî Şêxo û Ebdilrehman Nûrî Şêxo roja 15ê Tebaxê revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêxistinê da zanîn, roja 18ê Tebaxê 2 çekdaran 2 keçik ji pêş mala wan li ser riya Efrîn–Tirindê revandin û piştî xwediyên daxwaza wan ji Polîsa Serbazî kirin, roja 20ê Tebaxê hatin berdan.

Herwiha hat gotin, bi navê Siqor El Şemal roja 17ê Tebaxê bi avêt ser gundê Gemrûkê yê navçeya Mabeta û 7 welatî (Kemal Elîk, Ednan Zekeriya, Zekî Xoce, Ebdilrehman Xelîl Ehmo, Ebdo Hesen û Kemal Hesen Ehmed) revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan ji wan kirine.

Rêxistinê di rapora xwe de da xuyakirin, bi navê Polîsa Serbazî roja 15ê Tebaxê li bajarokê 5 welatî (Hesen Mihemed Eyûb, Cemal Ebdo Ebûş, Elî Ebdo Ebûş, Mihemed Ebdo Ebûş, Fuad Ebdo Mihemed) revandin û piştî pere ji wan standin, berdan.

Di berdewama raporê de hat diyarkirin, koma Feyleq El Şam roja 8ê Tebaxê 3 welatî (Mihemed Elo Birîmo, Fikret hevjîna Mihemed Elo û Reşîd Mihemed Sîdo) ji gundê Şadêrê yê ser bi bajarê Efrînê ve revandin û heta niha girtî ne.

Li gundê Şêx Hitko roja 15ê Tebaxê, grûpa bi navê Nuxbe 3 welatî (Mihemed Mihemed Reşo, Zekî Henan Reşo û Mihemed Menan Reşo) revandin û piştî standina pereyan ji wan ew berdan.

Herwiha koma Polîsê Serbazî roja 17ê Tebaxê ciwanê 17 salî Basil Ehmed Henan ji rêbenda gundê Tirindê revand û li hember berdana wî, daxwaza pereyan ji malbata wî kirin.

Dîsa koma Cebhe El Şamiyê roja 5ê Tebaxê welatiyê bi navê Mihemed Hisko Hisko ji gundê Xelîlanka yê navçeya Bilbilê revandiye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da xuyakirin, roja 3yê Tebaxê cendirmeyên Tirkiyê zarokê 14 salî Xelîl Nihad Şêxo li ser sînorê Tirkiyê kuşt û piştî ku bo nexweşxaneya Kîlisê hat veguhastin, organên wî hatin dizîn.

Çekdarên ser bi koma Feyleq El Şam roja 13ê Tebaxê welatiyê ji pêkhateya Êzidî Nûrî Cimo Şeref di mala wî de kuşt.

Hêjayî bibîrxistinê ye, binpêkirin, revandin, talan, dizî û kuştina welatiyên Efrînê ji dema dagîrkirina Efrînê 18ê Adara 2018an ve, ji aliyê komên çekdar ên bi ser artêşa Tirkiyê ve berdewam dikin û civaka navdewletî heta niha jî dengê xwe bilind nekiriye û ew tawan nehatine sizadan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin