Karwaneke din a Dezgeha Alîkariya Barzanî gihîst Efrînê

Karwaneke din a Dezgeha Alîkariya Barzanî gihîst Efrînê

PeyamaKurd – Dezgeha Alîkariya Barzanî karwaneke din a alîkariyên mirovî û tenduristiyê radestî bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji ber erdhejên navenda wan Mereş bû kir.

Weqfa Alîkariya Barzanî (BCF) piştgiriya malbatên ku ji ber erdheja li Efrînê ya Rojava zerar dîtine didomîne.

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Efrînê Ehmed Hesen ji K24ê re axivî û got; karwaneke din a alîkariyê ya BCF gihîştiye herêma Efrînê û wê alîkarî li ser mexdûrên erdhejê yên li navenda bajêr û bajarokê Cindirêsê bên belavkirin.

Hate hînbûn ku di konvoya 8 wesayîtan de 700 kon û herwiha madeyên xwarinê hebûn.

Dezgeha Alîkariya Barzanî ji roja yekem a erdhejê ve hejmareke zêde ya tîmên alîkariyê şandine navçeyên ziyanpêketî.

Heta niha ji bilî BCF, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hejmareke zêde karwanên alîkariyê ji bo navçeyên erdhejê şandine.

Hat diyarkirin, wê BCF li Efrînê jî buroya alîkariyê veke.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin