Li Diyarbekirê ser û pevçûn: 1 mirî û 7 birîndar

Li Diyarbekirê ser û pevçûn: 1 mirî û 7 birîndar

PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Rezan (Bağlar) di ciyê bazara xurdeyan de, di navbera du grûban de şer û pevçûn derket. Şer di navbera kesên ku xurde difroşin û grûbeka ku hat wê derê de derket. Sedema şer nayê zanîn lê di encamê de 1 kes hat kuştin û 7 kes birîndar bûn.

Di serî de 8 kes birîndar bûn û li ser bûyere ambûlans hatin ciyê bûyerê. Her 8 birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyên cuda. Ji birîndaran kesê bi navê Ferhat Y. jiyana xwe ji dest da.

Polîs li ser bûyerê, hat ciyê bûyerê da delîlan bide hev û lêpirsîna bûyerê ji aliyê beşa polîsan ya pêwendîdar de dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin