Ferzende Zêbarî: Ti hêzên Iraqî nehatine ser sînorê Zaxoyê

Ferzende Zêbarî: Ti hêzên Iraqî nehatine ser sînorê Zaxoyê

PeyamaKurd - Fermandarê Lîwaye Yek ya Hêzên Pasewanên Sînor, piştî belavbûna propagandeya çûna hêzeke Iraqî li ser sînorê Zaxoyê, çûna hêzeke Iraqî ji derveyî sînorê parêzgeha Duhokê qebûl nake.

Artêşa Tirkiye nêzîkî 20 rojan e navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike û hêzek jî derbasî sînorê Zaxoyê kiriye û şer di navbera wan û gerîlayên PKKê derketiye.

Li gor çavkaniyên xwecîhî yê Zaxo, artêşa Tirkiyê bi 30 km firehî û bi kûrahiya 14 km’an derbasî navçeyên sînorî bûye û 17 roj in şer di navbera wan û PKKê de berdewam dike.

Piştî vê bûyerê, li tora civakî propagendeya gihîştina hêzeke Iraqî bo sînorê Zaxoyê hat belavkirin, lê Fermandarên serbazî yên wê navçeyê wê propagandeyê qebûl nakin.

Di derbarê wê de Fermandarê Lîwaya Yek a Pasewanên Sînor li Parêzgeha Duhokê Emîd Dilêr Ferzende Zêbarî ragihand, ti propagandayan qebûl nakin.

Zêbarî got jî, hêzên Pasewanên Sînor ên ser bi Lîwaya Yek ve, 17 sal in li sînorê qezaya Zaxoyê bicih bûne û karê wan parastina sînor e.

Tekez kir, Hêza wan, ji sala 2003an ve hatiye damezrandin û endamên wê hemû ji xelkê navçeyê ne û Kurd in û ti hêzeke din ji derveyî parêzgeha Duhokê nehatiye navçeyê.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin