Amerîka: Tevgera leskerî zêde bûye, destpêkirina dagirkirina Ûkrayna nêzîk e!

Amerîka: Tevgera leskerî zêde bûye, destpêkirina dagirkirina Ûkrayna nêzîk e!

PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekariya Niştîmanî yê Amerîkayê Jake Sullivan, ji CNN Internationalê re eşkere kir ku li sînorê Ûkraynayê tevgera leşkerî zêde bûye û dibe ku Rûsya dest bi dagirkirinê bike.

Sullivan derbarê krîza Ûkrayna-Rûsyayê de ku çavê hemû dinyayê li ser e, ji CNNê re axivî û got, pêwîst jê re amade bin ku Rûsya hincetekê ji êrîşkirina ser Ûkraynayê re bibîne.

Şêwirmendê Ewlekariya Niştîmanî yê Amerîkayê destnîşan kir ku wê rêveberiya Amerîka derfetê nede Rûsyayê ku ji nişka ve dest bi êrîşê bike û ew dê di belavkirina agahiyên îstixbarî de berdewam bin.

Herwiha Sullivan diyar kir ku personelên dîplomatîk ên Amerîkayê li Ûkraynayê di asta herî kêm de ne û ew amade ne tevahiya balyozxaneya xwe vala bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin