PeyamaKurd – Xwepêşandanên Iraqê yên dijî hikûmetê û deshilatdariyê ku ji destpêka Cotmeha 2019an ve berdewam dikin, dikevin qonaxeke nû.
Xwepêşander tevî karvekêşana Serokwezîr Adil Ebdulmehdî û biryarên avakirina hikûmeteke nû jî bênavber xwepêşandanên xwe didomînin. Doh xwendekarên dibistanan jî beşdarî xwepêşandanan bûbûn û hat ragihandin ku xwepêşanderên Iraqê ji ber daxwazên wan bi cih nayên,dest bi grevê kirin.
Li gorî dezgehên ragihandinê, xwepêşanderên li Bexdayê û parêzgehên başûrê welat, dest bi greva birçîbûnê kirine û nîşaneyên ku nema tiştekî dixwazin danîn ser devê xwe.
Herwiha hat diyarkirin, xwepêşanderan gef xwarin û gotin, eger daxwazên wan pêk neyên û li gorî şertên wan hikûmeteke veguhêz neyê avakirin, wê geva xwe bidomînin..
Li gorî amarên herî dawî di encama êrîşên hêzên ewlekariyê li dijî xwepêşandanan de, 500 kesî jiyana xwe ji dest daye û bi qasî 21 hezar kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin