PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Bedlîsê li navçeya Motka hinek kes bi dar û kêran êrîşê ser şaredarê navçeyê Nurettin Yol kirin. Di qewimandinê de şaredar Nurettin Yol, kurê wî û polîsê ku parêzvanê wî bû birîndar bûn.
Li gor çapemeniyê; bûyer li dora 14.00 an de çêbû. Di dema şaredar diçû seredana avahiya nû ya şaderadariyê, 10 kes êrîşê wî kirine. Piştî bûyer mezin bû, şaredar Nurettin Yol, kurê wî Evrim Emre Yol û polîsê parêzvanê wî E.A. birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxana Motka ya dewletê û piştî dermankirina seretayî wan sewqê nexweşxana dewletê ya bajarê Bedlîsê kirin.
Li ser bûyerê hêzên asayîşê 2 kesan girtin û bo girtina kesên tevlî bûyerê bûne xebat têkirin.
Piştî bûyerê gelek polîs, polîsên tevgera taybet çûn navçê û çûnûhata navçeyê xistin bin kontrolê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin