PeyamaKurd – Li bajarên Bakurê Kurdistanê piştî Cejna Remezanê hejmara pêketiyên bi vîrusa koronaya nû Covid-19 her zêde dibe. Bi taybet jî piştî ku li Tirkiyê 1ê Hezîranê tedbîr hatin sistkirin û asayîkirina jiyanê destpê kir li bajarên Kurdan pêşiya belavbûna koronayê nayê girtin. Her roj nûçeyên zêdebûna amarên koronayê tên ku yek ji bajarê herî xeter jî Diyarbekir e.
Li Diyarbekirê îro qedexeya derketina bê maske dest pê kir, lê 4 kolanên navçeya Rezan (Baglar) jî ji ber derketina 153 testên pozîtîf ên koronayê xistin karantîneyê.
Piştî hin kesên bi koronayê ketine, tîmên fîlyasyonê di encama pişkinînan de li 4 kolanên taxa 5ê Nîsanê ji nav 190 testan 153 kesên bi koronayê ketine hatin tespîtkirin û car din ew kolan hatin karantînekirin.
Herwiha li gorî amarên Navenda Tenduristiyê ya Diyarbekirê, 24 hezar û 495 kes di karantîneyê de ne.
Li Peyasê 6 hezar û 430, li Rezan, 5 hezar û 698, li Yenîşehirê 3 hezar û 498, li Sûrê Hezar û 626, li Farqînê Hezar û 393, li Bismîlê Hezar û 358, li Erxeniyê hezar û 13, li Çêrmûkê 645, li Çinarê 599, li Pîranê 488, Li Licê 394, li Çunguşê 356, li Hênê 321, li Pasûrê 260, li Gelê 171, li Qarazê 157, li Hazroyê 88 kes di karantîneyê de ne.
Dîsa li Gundê Barbînê yê Erxeniyê jî piştî testa welatiyekî ya vîrûsê pozîtîf derket gund xistin karantîneyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin