PeyamaKurd - Navenda Giştî ya CHPê ku li Enqerê ye, ji ber belavbûna vîrusa koronayê bi temamî hat girtin.
Partiya Komarî ya Gel (CHP) li ser rewşa koronayê li Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara tûşbûyên koronayê roj bi roj zêde dibin û ew amarên ku ji aliyê hikûmetê ve tên belavkirin ne rast in.
CHP got, “Tevî ku di destpêka proseyê de me derbarê wergirtina tedbîran de pêşniyazên berfireh kirin û bi berdewamî hişyarî dan, li holê ye ku desthilat ji bo parastina tenduristiya xelkê rêkarên pêwîst wernegirtine.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi berçavgirtina rewşa heyî, Navenda Giştî ya CHPê bi temamî tê girtin û biryar hatiye dayîn, karmendên navenda giştî ji roja 14ê Îlonê ve ji malên xwe xebatên xwe berdewam bikin.
CHPê herwiha da zanîn ku ew dê li gorî rewşa koronayê biryarê li ser asayîkirina rewş û xebatên xwe bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin