PeyamaKurd – Li Lisbonê, 2 welatiyên Iraqê ku guman tê kirin endamên rêxistina DAIŞê bin, hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan, her du welatiyên Iraqê ku ji sala 2017an ve li Portugalê weke penaber niştecî ne, temenên wan 34 û 32 salî ne, beriya niha bi DAIŞê re xebitîne.
Ew her du Iraqî li Ewropayê di çarçoveya wergirtina penaberan de li Yûnanîstanê navê xwe nivîsandine û pişt re li Portugalê mafê penaberiyê ji wan re hatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin