Wê Yekîtiya Ewropa Tirkiyê ceza bike

Wê Yekîtiya Ewropa Tirkiyê ceza bike

PeyamaKurd - Ajansa Reuters ragihand, Yekîtiya Ewropa (YE) bi sedema ku Tirkiye li Behra Spî (dorûbera Kibrisê) bi awayekî neyasayî lêgerîna enerjiyê dike, dê dorpêçan li ser Tirkiyê ferz bike.

Li gorî pêşnûmeya sizayan a YEyê ku Reutersê bi dest xistiye, dê alîkariyên diravî yên bo Tirkiyê bên kêmkirin û danûstandindên asta bilind ên bi Ewropa re bên asta jêrîn.

Dîsa li gorî pêşnûmeyê dê danûstandinên Peymana Veguhestina Esmanî were rawestandin.

Tirkiye bi sedema beşa Komara Tirk a Kibrisê, îdia dike ku mafê wan jî heye lêgerîna neft û gazê li avên dorûbera Kibrisê bike, lê YE jî Kibrisê bi tevahî wekî beşek ji Ewropayê dibîne û Tirkiyê bi binpêkirina serweriya Kibrisê sûcdar dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin